Ewropa jî dixwaze biçe heyvê!

Navenda Nûçeyan

Piştî Amerîka û Çînê niha Ewropa jî dixwaze xwe bigihîne heyvê. Ajansa Fezayê ya Ewropayê û ArîaneGroûp bi daxuyaniyekî ragihandin ku ew li ser dê beriya sala 2025’an karibin biçin heyvê yan na, dixebitin

Niha piştî Amerîka û Çinê Ewropa jî dixwaze xwe bigihîne heyvê.  Ajansa Fezayê ya Ewropayê û ArîaneGroûp bi daxuyaniyekî ragihandin ku ew li ser dê beriya sala 2025’an karibin biçin heyvê yan na, dixebitin.

Têkildarî mijarê serokê Rêveberiya ArîaneGroûp Andre Hûbert Roûssel wiha got: “Bi wê yekê qanih bûm ku ji bo paşeroja mirovahiyê pêwîstî bi fetihkirina fezayê heye. Rêwîtiya ber bi heyvê ve dê ji bo Ewropayê bibe gaveke destpêkê. Vegera li heyvê pêkan e.”

Midûrê beşa keşfa însanî û robotîk a Ajansa Fezayê ya Ewropayê Davîd Parker diyar kir ku ev kar dê di nava deh salên bê de Ewropayê li qada keşfê bike hevparekî mezin ê global û da zanîn ku ji bo bikaranîna çavkaniyên fezayê, keşfa mayînde ya heyvê diyarker e.

Patronê Ajansa Fezayê ya Ewropayê Jan Woerner sala 2015’an pêşniyar kiribû ku li şûna Stasyona Fezayê ya Navneteweyî ya li dora Dinyayê, li heyvê gundekî mayînde bê çêkirin.

Li Heyvê bi taybetî çavkaniyên bazalt û helyûm 3 hene. Helyûm 3 li dinyayê kêm tê dîtin. Tê gotin ku di teoriyê de ev çavkanî dikare li dinyayê ji bo hilberîna enerjiyê were bikaranîn.

Yê ku destpêkê mirov şand ser heyvê Amerîka bû ku sala 1969’an şandibû.

Heta niha tenê sê welatan Amerîka, Rûsya û Çînê xwe gihandibûn ser heyvê ku bi 384 hezar kîlometreyî dûrî dinyayê ye.

Tevî Amerîka û Rûsya, Hindistan û Îsraîl jî di mijara fezayê de ketine pêşbirkê.