Rastiya aboriyê û bihuşta sexte ya çapemeniya alîgir

Bişar Durgut/Amed

Hikûmeta AKP’ê bi rêya çapemeniyê hewl dide ku krîza aborî veşêre. Lê daneyên saziyê aboriyê van îdiayan yek bi yek vala derdixîne. Li hêlekê dewlemend roj bi roj dewlemendtir û xizan jî hîn xizantir dibin

Aboriya Tirkiyeyê roj bi roj ber bi xerabiyê ve diçe. Ji xwarinê heta vexwarinê û hemû pêdiviyên jiyanî, her tişt biha dibe. Li hêla din rewşa şer a ku dewleta tirk tê de ye, rê li ber gumanên mezin vedike. Rojane dîmenên kesên ku li kolanan, li ber deriyên banqeyan, li ber deriyê meclisê yan jî li bax û baxçeyên xwe îsyan dikin, derdikevin. Hêza kirînê her diçe dadikeve û li pey hev nûçeyên şîrketên ku konkordato radigihînin di malperên nûçeyan de tên weşandin. Hikûmeta ku bi firotina çavkaniyên binerd û sererd, febrîqe û şer dixwaze krîza heyî veşêre, bi zexta li ser civakê re dixwaze xwe serkeftî nîşan bide.

Bêguman yek ji sedema vê krîza aboriyê polîtîkaya şer a ku tifaqa AKP-MHP’ê hem li hundir û hem jî li derveyî welat li dijî gelê kurd daye destpêkirin e. Dewleta tirk ku zêdetirî ji sedî 60 butçeya xwe ji bo şer vediqetîne, ji bo dagirkirina herêmên kurdan ên li Rojava û Başûr bi milyar dolaran pereyan dide komên çeteyan. Ev yek,li Tirkiyeyê rê li ber krîzeke mezin vedike. Konsepta şer a ku di çarçoveya ‘Plana rûxandinê’ de li dijî kurdan tê meşandin, ger gotin di cih de be aboriya dewleta tirk serobin kiriye. Li dijî van çûyînên zêde, bertekên gel her ku diçe zêdetir dibin.

Rejîma talanê sermayedar tirsandin

Rejîma yekzilamî yan jî bi gotina fermî ‘pergala serokkomariyê’ ya ku hemû rayeyên dewletê di destê yekkesî de ango Erdogan de kom dike, sedemeke din a bingehîn a vê krîzê ye. Bi vê rejîmê re, ji darazê heta zagonan, ji aboriyê heta rêvebirinê, her tişt radestî Erdogan hate kirin. Sermayeya ku ev yek li dijî xwe weke talûke xwend, bêyî ku li pey xwe binihêre, ji Tirkiyeyê reviya. Bi rejîmê heyî re Erdogan bi rehetî dikare hiqûqê binpê bike û tenê bi KHK’yekê mal û milkê her kesî desteser bike. Bi navekê din, rejîma talanê hate damezirandin. Bi rejîma yekzilamî re sermayedarên mezin ên li Tirkiyeyê hêdî hêdî ji Tirkiyeyê derketin. Girtina hevserokên HDP’ê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, parlamenterên HDP’ê û bi hezaran siyasetmedarên kurd û yên Tirkiyeyê, bêbaweriya li hemberî vê rejîmê hîn kûrtir kir û hişt ku reva ji Tirkiyeyê bileztir bibe.

Dewlemend dewlemedtir, hejar heratir dibe

Bêguman ji rewşa heyî hemû derdorên Tirkiyeyê bibandor bûn. Lê hemû derdor bi heman awayî bi bandor nabin. Beşeke civakê ku gelemperiya Tirkiyeyê ye û xizan e, hêza wan a kirînê her diçe xerabtir dibe û hîn hêjartir dibe. Lê beşa din ango derdorên girêdayî AKP’ê yên weke Cengîz Holdîng, Koma Lîmakê, Koma Kolînê, Holdînga Çalik, Koma Sancakê û Koma Torunlar bi îhaleyên hikûmetê re serwetên xwe belkî 10 qat mezintir kirin. Li hêlekê li ser medyaya civakî dîmenên kesên li hemberî krîza aborî îsyan dikin roj bi roj zêde dibin, li hêla din jî peymanên rayedarên AKP’ê yên veşarî yên bi sermayedaran re derdikevin holê.

Şerê psîkolojîk

Ev ferq û cudahiya di navbera xizan û dewlemendan de, di nav civakê de roj bi roj bêhtir tê dîtin û rastî bertekên mezin tê. Di vê merheleyê de jî çapemeniya alîgir û bi dehhezaran trolên medyaya civakî yên AKP’ê bi rola xwe radibin. Di çarçoveya şerê taybet de hikûmet bi rêya çapemeniya alîgir ku hema hema teqabûlî temamiya çapemeniya Tirkiyeyê dike, hewl dide ku jiyan û cîhaneke cuda bide nîşandan. Bi dîmenên çêker re weke ku gel piştgiriyeke mezin dide hikûmetê nîşan dide, aboriya Tirkiyeyê yek ji mezintirîn aboriyên cîhanê nîşan dide û heta ku tê gotin di demeke kin de dê Tirkiye bibe navenda aboriya cîhanê! Gelo bihûşta ku AKP pêşkeşî gel dike ji dojehê çiqas dûr e?

Bêkariya li Tirkiyeyê

Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK), hejmara bêkaran a bêyî bandora demsalan weke ji sedî 11.6 hate destnîşankirin. Di heman demê de hate diyarkirin ku di bêkariya nifûsa ciwanan de hejmara bêkariyê 3 puanan zêde bû û li gorî meha cotmehê derket ji sedî 22.3. Vê daneyê mirov dikare ‘ji her 4 ciwanên Tirkiyeyê 1 jê bêkar e’ bixwîne. Ev dane tenê yên li gorî raporên fermî ne. Lê aborînas dibêjin ku hejmara bêkariyê ya giştî û ya ciwanan, ji ya tê parvekirin pir zêdetir e.

Ragihandina konkordatoyan

Yek ji nîşaneyên îflasa aboriya Tirkiyeyê jî, ragihandina konkordatoyan e. Êdî ragihandina konkordatoyê li Tirkiyeyê bûye rojeveke ji rêzê. Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, bi hezaran şîrketên mezin û biçûk ji bo ku xwe ji îflasê xelas bikin konkordato ragihandin. Ji van fîrmayan a mucewheran Gîlan, şîrketa solan a Hotîç, Keskînoglu, şîrketa sotemeniyê Remoîl, Marketa Makroyê, Dîzayn Boru, Aker Înşaat, OM-AR Tekstîl û hwd. tenê çend mînakên şîrketên ku konkordato ragihandine ne. Herî dawî jî yek ji şîrketên tekstîlê yên ku bi nav û deng Collezione jî konkordato xwest.

Dest û lingên karkeran girêdan

Dema ku konkordato tê ragihandin tenê mijar îflasa rêveberiya şîrketekê nîne bêguman. Bi wê re bi hezaran karker bêkar dimînin û tazmînatên wan nayên dayîn. Ji ber ku AKP’ê di çarçoveya OHAL’ê de hemû lêgerînên maf asteng kirine, karkerên ku mafên wan tê xwarin û ji kar hatin derxistin, nikarin li kolanan mafê xwe jî bixwazin. Erdogan bi ‘serfirazî’ wiha pesnê xwe yê vê bêmafiyê dida: “Ez bang li karmanedan dikim. Di serdema me de tiştekî bi navê grevan êdî nema. Hûn êdî çi dixwazin?” dikir.

Milyonek û 200 hezar kes deyndarê krediyê ne

Her wiha li gorî rapora Rapora Di Aboriya Tirkiyeyê de Geşedanên Heftane û Dîmenê Giştî ya Serokatiya Stratejî û Budçeyê ya Serokkomariyê, hejmara kesên ku deynê krediya berxwer û qerta krediyê nedane derket milyonek û dusedhezar kesan. Li gorî raporê, di nav 11 mehên dawî de ji ber krîza aborî ji deynê qertên krêdiyê zêdetir, di dayîna deynê krêdiya berxweriyê de welatiyan zehmetî kişandin. Weke ku tê zanîn yek ji dîmenên herî zêde di krîzên aborî de derdikeve pêş jî rant û zehmetiya di banqeyan de ne.

Daneyên krediya konutê daket

Bi krîza aborî re ger gotin di cih de be welatiyên Tirkiyeyê xerckirinên xwe rawestandin. Krediyên konutê ku heta meha tîrmehê ya par jî her tim zêde dibû û gihaştibû 201.2 milyar lîreyan, bi destpêkirina krîza tebaxê re daket. Ev daketin heta 11’ê çileya sala 2019’an bi qasî 13.6 milyar lîreyan kêm bû û daket 187.6 milyar lîreyan. Di heman demê de krediyên veguhestinê jî ji tebaxê re daket û îsal ji 7.2 milyar lîreyan daket 6.5 lîreyan.

Endeksa baweriyê

Li gorî daneyên TÛIK û Banqeya Navendî ya Komara Tirkiyeyê, Endeksa Baweriyê ya Berxwer her ku diçe kêm dibe. Li gorî daneyên raporê, endeksa baweriyê ya berxwer li gorî meha çileyê ji sedî 0.9 kêm bû. Endeksa ku di meha kanûna 2018’an de weke 58.7 hatibû destnîşankirin, daket 58.2’yan.

Reva ji Tirkiyeyê didome

Li hundirê welat dema ku ev îflas li ser hev tên, reva ji Tirkiyeyê jî didome. Li gorî rapora Weqfa Lêkolînkirina Polîtîkayên Aboriyê ya Tirkiyeyê (TEPAV) ya meha mijdara sala 2018’an, razemeniyên ku rasterast ji Tirkiyeyê çûn gihaşt 3,5 milyar dolaran. Li gorî heman mehên par, derketina razemeniya ji Tirkiyeyê ji sedî 9,4 puanan zêde bû. Ji razemeniya ku derketiye ji sedê 55 ji beşa pîşesaziyê ye. Her wiha ÎMF’ê jî di rapora xwe ya mezinbûnê de destnîşan kir ku rawestîna di aboriya Tirkiyeyê de dê ji texmînên ku tên kirin bi leztir bisekine û pênaseya ‘rojên zehmet li benda aboriya Tirkiyeyê ne’ kir.

Sermaye li pey xwe jî nanihêre

Li gorî rapora TEPAV’ê ya bi sernavê ’Geşedanên razemeniyên ku rasterast tên Tirkiyeyê û ji Tirkiyeyê derdikevin a çileya sala 2019’an’ de ev agahî tên dayîn: “Di sala dawî de sermayeya ku dikeve Tirkiyeyê di demekê de pir zêde ket.” Di raporê de tê gotin ku sermayedarên tirkiyeyî ji welat derdikevin û hejmara sermayedarên biyanî jî her ku diçe kêm dibe.

Krediya banqeyan û pêşeroja Tirkiyeyê

Di raporê de çend sedemên vê jî wiha tên destnîşankirin: “Di hezîrana sala 2018’an de Fitch’ê 25 banqeyên tirk nota negatîf dayê, Moody’sê krediya Tirkiyeyê ya Ba2 bû bi hinceta ku nezelaliya polîtîkayên makroekonomîk da ber şopandinê. Fîtchê di 13 tîrmeha sala 2018’an de jî nota krediyê ya tirkiyeyê ji BB+’yê daxist û ji ‘sabît’ ê veguherand ‘negatîf’ e. Bi ragihandina Mooddy’s (krediya Tirkiyeyê ji asta Ba2’yê daxist rewşa sabît a ber bi negatîfê ve diçe) û S&P’ê (Ji asta BB’yê daxist B+ ) ya di meha tebaxê de, Tirkiye ji welatên ku razemenî dikare lê bê kirin hate dûrxistin. Li ser van geşedanan, di 1’ê cotmeha sala 2018’an de jî Fitch’ê di nav de T.C. Zîraat Bankasi AŞ, Turkiye Îş Bankasi AŞ, Turkiye Halk Bankasi AŞ, Turkiye Garantî Bankasi AŞ û Yapi ve Kredî Bankasi AŞ jî di nav de, krediya 20 banqeyên dewleta tirk daxist.”

Sedemên xerabûna aboriyê

Herî dawî jî Fîtchê di rapora xwe ya kanûna sala 2018’de de diyar kir ku nota krediyê ya Tirkiyeyê BB’ye û di rewşa ‘negatîf’ de ye. Fîtch’ê sedemên vê yekê jî weke ‘rîskên piralî yên ji bo hevsengiya aboriyê, şert û mercên fînansa kurewî û rîskên neteweyî û jeopolîtîk’ destnîşan kir. Her wiha Fîtchê diyar dikir ku ji bo ku aborî mezin bibe û bawerî bi aboriyê çêbibe, divê hiqûq esas bê girtin.

AKP dê serî li ÎMF’ê bide

Fona Pereyan a Navneteweyî (ÎMF) jî herî dawî daxuyaniyeke balkêş da. Di daxuyaniyê de ji bo Tirkiyeyê ev tişt hatin gotin: “Tevî polîtîka û şertên derve yên fînansê jî aboriya Tirkiyeyê dê di sala 2019’an de ji texmîna tê kirin pir zêdetir dê bisekine.” Tê gotin ku Tirkiye di dîroka xwe de di  krîza herî giran a aboriyê de ye. Li gorî aborînasan, hikûmeta AKP’ê li bendê ye ku piştî hilbijartinên rêveberiyên herêmî bi dawî bûn serî li ÎMF’ê bide. Ger bi daneyan rewşa Tirkiyeyê ev be , gelo bihuşta ku çapemeniya alîgir û AKP nîşan dide çiqas rast e?

Dikarî Biecibînî