Cara yekemîn çêbûna çalereşkekê hate şopandin

Navenda Nûçeyan

Di encama teqîna girseyeke mezin de, astronoman cara yekemîn kêliya çêbûna çalereş an jî stêra notronê şopand. Daneyên ku hatin bidestxistin her wiha rê li ber xebatên nû vedike

Bi qasî 20 milyon sal berê ango demeke pir kin piştî derketina dînazoran, stêrkeke nêz a li galaksiyê têk çû. Têkçûna stêrkê, rê li ber teqîneke pir zêde geş ku pêlên radyasyonê belav, vekir. Ronahiyên li Komstêrka Herkulê, di dawiya dawî de di havîna çûyî de gihaştin cîhanê.

Stêrka teqiyayî di serî de di 17’ê hezîrana sala 2018’an de li bernameya lêkolînê ya ATLAS’ê ya li Hawaiyê ve ji hêla du teleskopên cêwî ve hate tespîtkirin. Bi vê yekê re, di nav de koma lêkolînê ya ku ji 45 nivîskarên ku di 33 saziyên cuda yên navneteweyî de dixebitin jî, ji her devereke cîhanê astronoman ji bo şopandina vê girseya nepen û tije ya ku ber bi tunebûnê ve diçe, berê teleskopên xwe dan asîman. Koma lêkolînê ku pêlên radyoyê û tîrêjên X’ê kirin yek, girseya ku navê wê yê fermî AT2018-cow (çêlek) û yê nefermî ‘The Cow’ weke çalereşk an jî stêrka notronê ya ku di bin xerabeyeke stêrkan de bi awayekî balkêş li derdora xwe digere texmîn dikin.

Cara yekemîn e tiştekî wiha tê dîtin

Lê tevî vê yekê jî koma lêkolînê hîn têkildarî The Cowê de tiştekî teqez nabêjin. Weke ku tê zanîn stêrkên mezin, dema têk diçin an stêrkên notronê yan jî çalereşkan pêk tînin. Koma lêkolînê dibêje ku ev girse jî dibe ku veguhere tiştekî ji van her du tiştan. Di herdu rewşan de jî ev yek, di çêbûna vê girseyê de cara yekemîn e tê dîtin. Li gorî pêşengê lêkolînê yê ji Zanîngeha Northwesternê  Raffaella Marguttî, tiştên ku  heta niha çêbûn, di dema lêkolînê de nedîtibûn.

Sedema kelecana lêkolîneran

Bûyer hîn di destpêkê de bala lêkolîneran kişand. Ji ber ku girse pir zêde geş bû. Têkçûna stêrkê 10 an jî 100 qat ji supernovayekê geştir bû û di demeke pir kin de gihaştibû lûtkeyê. Marguttî dibêje ku sedema kelecana ku The Cowê di lêkolîneran de çêkirî ew bû ku, geşbûna wê di nav çend rojan de gihaşt asta herî jor.

Hêza xwe pir zû winda kir

Piştî teqîna geş hatiye dîtin, astronoman her çiqas derfeta şopandinê 27 rojan dîtibe jî girseya ku keşf kirin, di nava 16 rojan de gelemperiya hêza xwe winda kir. Gihan an jî peresîna bûyerên kozmîk her çiqas bi milyonan salan dom bike jî, ev bûyera geş bi awayekî balkêş di demekî pir zû de pêk hat.

Bermahiyên kêm afirand

Li gorî agahiyên Marguttî, koma lêkolînê kêliya çêbûna wê şopandibû ji ber ku teqîn, ji stêrkekî mezin 10 qat kêmtir bermahiyên stêrkên afirandibûn. Di rewşên asayî de ji ber pir zêde bermahiyên stêrkan li fezayê belav dibe, astronom nikarin girseyê bişopînin. Lê vê carê ji ber ku li cihê teqînê ji rewşa heyî pir kêmtir bermahî hebûn, koma lêkolînê ronahiya derketî di kêliyê de şopand û firsendeke mezin bi dest xist.

Şopên hîdrojen û helyumê

Teqîna ku li galaksiya CGCG 137-068t ji me tenê 200 milyon sala ronahiyê dûr, li cihekî nêzî cîhanê ku koma lêkolînê bikare bişopîne pêk hat. Marguttî dibêje ku bûyera ku heta niha ji herî nêz ve hatiye şopandin e. Dema ku koma lêkolînê tîrêjên X’ê lêkolîn û pênase dikir, Marguttî û koma xwe jî bi teleskopa li Çavdêrxaneya W.M. Keck a li Hawaiyê, li Çavdêrxaneya li MMT ya li Arîzonayê û li Şîliyê jî bi bikaranîna teleskopa SOAR’ê, li naveroka kîmyewî ya The Cowê nihêrîn. Di encama lêkolînê de jî koma lêkolînê xwe gihand şopên hîdrojen û helyumê.

Rê li ber lêkolînên nû vedike

Koma lêkolînê her wiha girseyên ku ji ber teqînê derketin jî lêkolîn kirin. Ev girse heta niha bi sedan salan piştî teqînê karibûn lêkolîn bikin. Zanistan bi çavdêriyên nû re cara yekemîn di kêliyê de karîn girseyekê bişopînin. Ev jî rûdaneke ku dê rê li ber lêkolînên nû vebike, tê dîtin.

Çavkanî: Malpera Discover