Ji ber lêhiyê gelek rê hatin girtin

Li hin deverên Silêmanî û Hewlêrê ji ber barana zêde lehî rabû. Di encamê de gelek rê hatin girtin

Ji ber barana zêde li navçeya Ranya  ya  Silêmaniyê û navçeya Soran a Hewlêrê lêhî rabû. Ji ber lêhiyê rêya sereke ya navbera navçeya Ranya û navçeya Serkepkan a ser bi îdareya Raperînê hate girtin.

Li navçeya Soran jî lêhî rabû û av derbasî nava gelek malên welatiyan bû. Gelek wesayît di rê de asê mane û nikarin bi rêya Bêxal û Geliyê Elî Begê re derbas bibin.

Berdevkê polîsên Şaristaniya Soran Beyar Mihyedîn bang li ajokaran kir da ku rêya Bêxal û Geliyê Elî Begê bi kar neynin. Ji ber ku metirsiye. SILÊMANÎ