Sê rûyên heman xetereyê: Qelewbûn, têrnexwarin û avhewa

Navenda Nûçeyan

Pisporan diyar kir ku qelewbûn, têrnexwarin û guherîna avhewayê sê rûyên heman xetereyê ne

Ji 14 welatan 43 pisporan raporek amade kir û rapor şandin kovara The Lancetê. Pisporan di raporê de diyar kir ku ji ber berjewendiyên bazirganî, bersiveke qels a siyasî û nerazîbûna hindik a civaka sivîl qelewbûn, têrnexwarin û guherandina avhewayê pêk tê.

Pisporan da zanîn ku ev her sê tişt têkiliya wan bi hev re heye û wiha gotin: “Pergala xwarinê di heman demê de ji sedî 25-30 gaza serayê jî belav dike. Di heman demê de ji ber pergala veguhestinê ya bi otomobîlan mirov her tim rûdinên û ev jî dibe sedema jiyana bêtevger.”

Daneyên van xetereyan

Li gorî Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê (WHO) li cîhanê 1,9 milyar kes zêde qelew in û 650 milyon kes jî obez in, ji ber vê jî nexweşiyên wekî penceşerê pêk tên.

Li gorî WHO’yê li cîhanê 800 milyon kes birçî ne, 156 milyon zarokên di bin 5 salî de jî di vê kategoriyê de ne û jiyana 50 milyon zarokan jî ji ber têrnexwarinê di xetereyê de ye.

Di heman demê de ji ber germa global di navbera salên 2030 û 2050’yan de dê 250 hezar kesên din jî bimirin.