Teoriyên der barê dawiya gerdûnê de

Li gorî zanistan, gerdûn dikare bi 4 awayan bi dawî bibe; Qerisîna Mezin, Tebiqîna Mezin, Guherîna Mezin û Parçebûna Mezin. Gelo ji bo berdewamiya jiyanê hêviyek heye yana ne?

Zanist di wê baweriyê de ne ku piştî 6 milyar salan, îxtîmaleke mezin dê cîhan tune bibe. Dema ku roj vedimire û vediguhere gevezeke (kızıl) mezin ku gerstêrka me dadiqurtîne.

Lê cîhan ji Pergala Rojê tenê gerstêrkek e û roj, ji milyaran stêrkên li galaksiyê tenê stêrkeke. Li rûyê gerdûnê yê ku em dibînin jî, bi milyaran galaksî hene. Gelo dawiya wan dê çawa bibe? Gelo gerdûn dê çawa bi dawî bibe?

Di vê mijarê de nêrîneke hevpar nîne. Heta ku em nizanin bê ka dawiyeke gerdûnê ya di kêliyê de yan jî teqez heye yana ne. Yan jî dê gerdûn hêdî hêdî bi dawî bibe yana na, em têkildarî vê mijarê jî xwedî agahî nînin. Zanyariyên fizîkê yên der barê gerdûnê û der barê têkçûna gerdûnê de çend senaryoyan pêşkeşî me dikin.

Qerisîna Mezin

Nîşaneya destpêkê ya têkildarî dawiya gerdûnê xwe dispêre termodînamîkê. Ango xwe dispêre zanista tevgera germê. Lê divê weke mirina gerdûnê ya ji ber germê ku di nav agir de dê bişewite, neyê fêmkirin. Berevajî vê ango weke mirina cudahiyên germê divê bê fêmkirin.

Her çiqas ev gotin ji bo mirovan senaryoyeke siviktir xuya bike jî, di esasê xwe mirina germê ji şewitîna agir bi sehmtir e. Ji ber ku di jiyanê de cudahiya germê ji bo her tiştekî pêwîstiyek e.  Mînak; ji bo ku wesayît bixebite, pêwîst e ku hundirê motorê ji derveyî wê germtir be. Ev tiştên ku em dixwin jî ji ber cudahiya mezin a germê ya di navbera roj û gerdûnê de çêdibin.

Lê dema ku li gerdûnê mirina germê dest pê kir,  germahiya her tiştî dê li her deverekê heman be. Yek bi yek dê hemû stêrk bimirin, her madde (hêman) dê birize, li dûvre dê aloziyeke kêm a ku ji parçe û radyasyonê pêk tê, bimîne. Heta ku enerjiya aloziyê jî ji ber berfirehbûna gerdûnê dê di nav demê de bi dawî bibe û hema hema her tişt dê bikeve sifirê.

Di dawiya vê ‘Qerisîna Mezin’ de gerdûn, dê veguhere cihekî her deverekê wê qerisî, mirî û vala. Piştî ku di salên 1800’an de zanista termodînamîkê bi pêş ket, dihat texmînkirin ku dawiya gerdûnê bi vî awayî be. Lê sed sal berê teoriya îzafiyetê ya ku Albert Einstein bi pêş xist, ji bo  dawiya gerdûnê teoriyeke metirsîdartir destnîşan dikir.

Îzafiyeta giştî dibêje ku madde û enerjiyê, feza û zeman xwar û berevajî dike. Têkiliya di navbera feza-zeman û madde-enerjiyê de, ji bo temamiya gerdûnê derbasdar e. Li gorî Einstein, maddeyên li gerdûnê dê qedera nîhaî ya gerdûnê diyar bike.

Tebiqîna Mezin

Li gorî vê teoriyê, gerdûn bi giştî berfireh dibe yan jî teng dibe û nikare di firehbûna xwe ya heyî de bimîne. Einstein ku di sala 1917’an de xwe gihandibû vê encamê, ji vê teoriyê pir bawer nedikir.

Di sala 1929’an de astronomê amerîkî Edwin Hubble delîlên der barê firehbûna gerdûnê de pêşkeş kirin.

Ger ku gerdûn berfireh bibe, wê demê gerdûn di demên berê de biçûktir bû. Li ser vê bingehê jî teoriya Teqîna Mezin hat pêşkeşkirin; gerdûna ku serdemekê pir biçûk, di demeke kin de berfireh bûbû. Biriqîna ku li pey Teqîna Mezin mayî, mirov dikare di radyasyona pişt a mîkrodalga ya kozmîk de û li pêlên radyoyê yên li asîman, bibîne.

Wê demê dawiya gerdûnê girêdayî pirseke  hêsan e; gerdûn dê berfirehbûna xwe bidomîne. Wê demê gelo ev berfirehbûn dê di kîjan lezbûnê de be?

Gerdûna ku bi awayekî xwezayî gelek madde û ronahiyê dihewîne, bersiva vê pirsê girêdayî li gorî çend tiştbûna wê ye. Gelek tişt tên wateya rakêşiyeke zêdetir. Ev jî dê tiştan bêhtir ber bi xwe vekêşe û leza berfirehbûnê kêmtir bike.

Mîqdara van tiştan bi qasî ku asta krîtîk derbas neke, gerdûn heta dawiyê dê berfireh bibe û di dawiya dawî de dê bi mirina germê re bigihije nuqteya qerisînê û tune bibe.

Lê ger ku gelek tişt li gerdûnê hebin dê berfirehbûna wê jî hêdî bibe û bi dawî bibe. Piştre jî dê gerdûn her ku diçe biçûktir bibe, germ bibe, sift bibe û ber bi hundirê xwe ve bitebiqe. Ango berevajî Teqîna Mezin dê Tebiqîna Mezin pêk bê.

Di gelemperiya sedsala 20’emîn de astrofizîkvan ji van senaryoyan bê ka kîjan senaryo pêk bê, piştrast nebûn. Ji ber vê yekê ka çend tişt li fezayê hene hewldan ku wan tespît bikin. Gihaştin wê encamê ku em pir nêzî wê asta krîtîk in. Ango nediyariya dawiya fezayê hîn didomiya.

Lê di dawiya sedsala 20’emîn de rewş guherî; koma du astrofizîkvanên hevrik di sala 1998’an de agahiyeke balkêş parve kir. Li gorî vê berfirehbûna gerdûnê bi lez dibû.

Madde û enerjiya normal nedikarî rê li ber tevgereke wiha ya gerdûnê veke. Ev jî agahiya hebûna cureyeke enerjiyê ya nû ya bi navê ‘enerjiya tarî’ dida.

Enerjiya tarî rê li ber berfirehbûna gerdûnê vedikir. Têkildarî wê em heta niha xwedî tu agahî nînin lê tê zanîn ku ji sedî 70’yê enerjiya gerdûna me, ji enerjiya tarî pêk tê û tê texmînkirin ku ev rêje her ku diçe zêdetir dibe.

Hebûna enerjiya tarî, nîşan dida ku tiştên li gerdûnê dê nekare qedera wê ya dawî diyar bike.

Berevajî vê, enerjiya tarî gerdûnê kontrol dike û bênavber berfirehbûna wê bilez dikir. Ev jî senaryoya Tebiqîna Mezin têk dibir.

Lê ev nayê wê wateyê ku Qerisîna Mezin dê teqez pêk bê. Dibetiyên cuda jî pêkan in.

Guherîna Mezin

Yek ji senaryoyên ku ji bo dawiya gerdûnê tê pêşkeşkirin jî ew e ku ne kozmos, xwe dispêre vekolîna parçeyên kuarkê. Ev teoriya ku dişibînin romanên çêkirî yên zanistê, têkildarî dawiya gerdûnê xwedî pêşdîtina herî balkêş e.

Ger ku hûn aveke pir paqij deynin bin îskanekê ji camê û heta ku pileyek di bin sifirê de bicemidînin, di bin pileya qerisînê de jî dê di rewşeke şilawî de bimîne.  Ji ber ku di avê de tu parçeyek nîne û di îskanê de jî puruzek nîne, pêkanbûna çêbûna qeşayê (bûz) nîne. Lê ger ku hûn krîstaleke qeşayê bixin îskanê dê av di demeke herî kin de biqerise.

Heman tişt dibe ku li fezayê jî pêk hatibe. Li gorî fîzîka Kuantumê, di vakumeke zêde de di astekî biçûk de enerjî heye. Lê dibe ku vakumekî xwedî enerjiyekî kêm jî be. Ango gerdûn mîna avekî pir zêde (super) sar e. Lê dê heta ku ‘peqik’ e mîna vekumekî xwedî enerjiyeke kêm xuya dibe, dikare hebûna xwe bidomîne.

Lê heta niha em xwedî agahiyeke der barê hebûna ‘peqik’ e wiha de nînin. Lê li gorî fizîka kuantumê, ger ku vakumeke xwedî enerjiyeke kêmtir hebe, dê di dawiya dawî de li gerdûnê li cihekî derkeve.

Ev jî dê bihêle ku vakuma nû, vakuma li derdora xwe ‘veguherîne’. Lê ji ber ku ‘peqik’ hema hema dê bi leza ronahiyê berfireh bibe, em ê nekarîn hatina wê bibînin.

Lê dibe ku taybentmendiyên her tiştê di hundirê vê peqikê de, ji parçeyên ji rêzê yên weke elektrona bi temamî cudatir bin. Ev jî tê wateya jinûvenivîsandina qanûnên kîmyayê û heta ku dibe pêşîlêgirtina çêbûna atoman.

Di vê Guherîna Mezin de mirov, gerstêrk û heta ku stêrk dê tune bibin. Di encama vê guherînê de îxtîmaleke ku enerjiya tarî jî cuda tevbigere û li şûna bilezkirina berfirehbûna gerdûnê, dê gerdûnê ber bi xwe ve bikşîne û bikare rê li ber Tebiqîna Mezin veke.

Parçebûna Mezin

Îhtimala çaremîn jî der barê enerjiya tarî de ye. Her çiqas pir spekulatîf û derveyî îhtîmalan bê dîtin jî, heta niha bi temamî nehatiye berterafkirin. Dibe ku enerjiya tarî ji mîna ku em dizanin pir bihêztir be û bêyî Guherîna Mezin, Cemidîn û Tebiqînê jî bikare bi tena serê xwe dawî li gerdûnê bîne.

Taybetmendiyeke pir balkêş a enerjiya tarî heye. Bi qasî ku gerdûn berfireh dibe, siftbûn (yogunluk) a wê mîna xwe dimîne. Ango di dema gerdûna ku hecma wê mezin dibe de, ji bo ku siftbûna wê bê parastin, di nava demê de enerjiya tarî bêhtir derdikeve holê. Her çiqas ev yek balkêş jî be, ne derveyî qanûnên fizîkê ye.

Wê demê ger ku bi berfirehbûna gerdûnê siftbûna enerjiya tarî jî zêde bibe, ango mîqdara enerjiya tarî ji berfirehbûna gerdûnê bileztir bibe gelo dê çi bibe? Ev hîpoteza ku Robert Caldwell navê ‘enerjiya tarî ya xeyalet’ lê dike, ji bo gerdûnê dawiyeke hîn balkêş tîne ziman.

Siftbûna enerjiya tarî niha ji siftbûna dinyayê heta ku ji siftbûna galaksiya Kadizê ku siftbûna wê ji ya dinyayê kêmtir e. Lê bi demê re bi zêdebûna siftbûna enerjiya tarî ya xeyalet,  dibe ku gerdûnê parçe bike.

Li gorî vê teoriyê, enerjiya tarî ya xeyalet dê galaksiya Kadizê parçe bike û stêrkên di hundirê wê de vepêşîne. Piştre jî ji ber ku hêza kişandinê ya enerjiya tarî ji hêza kişandinê ya Rojê ya li ser dinyayê zêdetir e, dê Pergala Rojê xerab bike, dinya dê biteqe û demek beriya gerdûnê jî dê atom parçe parçe bibin. Caldwell vê jî weke Parçebûna Mezin bi nav dike. Lê tewşiya vê teoriyê ew bi xwe jî tîne ziman.

Gelo ma hema tu hêvî nînin?

Li gorî van teoriyan mirov dikare bibêje ku îhtîmaleke mezin dawiya gerdûnê dê bi Qerisîneke Mezin, bi Guherîna Mezin a li pey wê tê û herî dawî jî bi Tebiqîna Mezin pêk bê.

Lê ev bûyer, bûyerên dê piştî bi trîlyon salan pêk bên. Ango pêdivî bi metirsiyekê nîne. Jixwe heta ku ew roj tên, guherîna genetîk a ku mirovan dê wê bîne rewşeke ku nayê naskirin. Lê mirov an jî zindiyekî xwedî hişmendî gelo dikare xwe ji van bûyeran rizgar bike?

Piştî kefşkirina enerjiya tarî, fizîkvan pir bi dilvekirî li dawiya gerdûnê nanihêrin. Ger ku berfirehbûna gerdûnê bilez bibe, em ê ji galaksiyên din dûr bikevin û ev jî tê wê wateyê ku bi qasî ku dibe dê enerjî kêm bibe.

Lê ji ber ku em sedema lezbûna wê nizanin, em nizanin bê ka dê berfirehbûna wê bidome yana na. Lê gerdûn çiqas berfireh bibe, tê payîn ku lezbûna wê jî hêdîtir bibe. Ev jî tê wê wateyê ku hîn hêvî heye.

Gelo ger ku berfirehbûn hêdî nebe yan jî Guherîna Mezin bê dê çi bibe? Hinek fizîkvan pêşniyarên derveyî aqil dikin; ji bo ku em xwe ji dawiya gerdûnê xelas bikin divê em di laboratuarê de gerdûna xwe ava bikin û têkevin hundirê wê. Lê ev yek zanîneke ji ya roja me pir zêdetir û enerjiyeke pir mezin pêwîst dike. Heta ku em dikarin bibêjin ne diyar e bê ka qanûnên fizîkê dê destûrê bide vê yan na.

Dibe ku ji gerdûnekê zêdetir gerdûn hebin û gerdûnên ku bênavber çêdibin hebin.

Ev rawêş niha tenê weke ji rawêjên ji senaryoyên Doctor Who tê zanîn.

Lê dibe ku rêyeke din jî hebe. Ev nêrîn jî di çarçoveya teoriya ku dibêje ‘berfirehbûna gerdûnê ya destpêkê ji ber ku mîna pifdanekê, bi awayekî demkî di encama ‘werimîn’ê de pêk hatiye, dibe ku ev werimîn careke din dubare bibe.

Heta ku li gorî vê teoriyê, gerdûna ku em tê de ne tenê ji gelek gerdûnan yeke û di pirgerdûniyê de yeko yeko gerdûnk hene. Ger ku ya me biqerise jî dê pirgerdûn heta dawiyê bidomin û di gerdûnkên nû de jiyan dê her tim bidome.

Çavkanî: BBC

Werger: Bişar Durgut

Dikarî Biecibînî