Zanistên îsraîlî îdia kirin ku dermanê hemû cûreyên penceşêrê dîtine

Navenda Nûçeyan

Komeke ji zanistên Îsraîlê îdia kir ku ji bo hemû cureyên penceşêrê rêbazên dermankirinê pêş xistine. Koma lêkolînê da zanîn ku dê herî dereng di nav salekê de dest bi dermankirinê bikin

Komeke biçûk a ku ji zanistanên îsraîlî pêk tê îdia kir ku ‘rêbazeke ku hemû cureyên penceşêrê bi temamî ji holê radike’ dîtine. Di daxuyaniya xwediyê şîrketa AEB’ê Dan Arîdor ku vê lêkolînê bi rê ve dibe û ji sala 2000’an ve çalake hat destnîşankirin ku ew bi bawer in ku dê ev rêbaz di nav salekê de amade be.

Li gorî nûçeya Jerusalem Post’ê, Arîdor di daxuyaniya xwe de ev tişt destnîşan kir: “Rêbaza me ya dermankirina penceşêrê, dê ji roja destpêkê ve bandora xwe nîşan bide û di nav çend hefteyan de bê bikaranîn. Ev rêbaza dermankirinê ku ne mîna rêbaza kemoterapî û hwd. ye, hema hema tu bandoreke neyînî dê çêneke.”

Nexweşiya penceşêrê

Di cîhanê de her sal herî kêm 18.1 milyon kes bi nexweşiya penceşêrê dikevin. Her wiha ji her 6 mirinên li cîhanê yek jê ji ber penceşêrê ye. Ji ber vê yekê jî nexweşiyeke pir gîrîng e. Pispor dibêjin ku hemû rêbazên dermankirinê ji hucreyên penceşêrê tenê nuqteyekê hedef digirin û diyar dikin ku hucreyên penceşêrê di mutasyonê re derbas dibin û êdî nayên têkbirin.

Rêbaza MuTaTo

Lêkolînerên ku berevajiyê rêbaza ku nuqteyê hedef digire rêbaza îmhakirinê hildibijêrin, rêbaza dermankirinê ku jê re dibêjin ‘MuTaTo’ dişibînin spagettî yan jî axtapotê. Ji ber ku bi vê rêbaza dermankirinê re, xwe digihînin cihên ku molekulên din nikarin xwe bigihîninê.

Peptîd çi dike?

Li proteînên ku hucreyên penceşêrê ji holê radikin re jî navê ‘Peptîd’ê lê hat kirin. Ev proteînên ku bi qasî 12 amîno asîtan dirêj û bi kombînasyonên cuda tên hilberandin, ji sê aliyan ve êrîşî hucreyên penceşêrê dikin. Bi vê yekê re jî hemû parastinên wê bêbandor dike. Ji bijîşkên di koma lêkolînê de û di heman demê de CEO’yê şîrketê Ilan Morad jî got; ‘Em piştrast bûn ku dermankirin dê ji mutasyonan bi bandor nebe.’

Di heman demê de bijîşk vê rêbazê dişibînin, rêbaza kokteylê ya ku ji bo nexweşiya AIDS’ê tê bikaranîn. Lê ev proteîn zirarê nadin hucreyên bi tendurist. Di heman demê de beravajiyê rewşa domandina nexweşiyê ya nexweşên AIDS’ê, bi rêbaza MuTaTo’yê re hucreyên nexweş tên tunekirin.

Ji sedî 99.9 serkeftî derketiye

Lêkolîner dibêjin ku dê ‘kokteyla proteînê’ ku dê li gorî mînaka ji nexweş hatiye girtin tê amadekirin re penceşêr dê di nav çend hefteyan de bi temamî ji holê bê rakirin. Ev rêbaza dermankirinê li ser mişkan hatiye ceribandin û ji sedî 99.9 serkeftî bûye. Her wiha tê gotin ku serkeftina rêbaza dermankirinê dikare bê dubarekirin û stabîl e.