Li Kanadayê nebatên 40 hezar salî hatin dîtin

Navenda Nûçeyan

Li Girava Baffîn a li Eyaleta Alberta ya Kanadayê, bi helîna qeşayê re zêdetirî 48 cureyên nebatan hatin dîtin. Zanistan got ku ji van nebatan 30 cure jê yên serdema 40 hezar sal berê ne

Li Girava Baffîn a li Eyaleta Alberta ya Kanadayê, bi Germbûna Kurewî re gelek qeşayî heliyan. Zanistên ku bi helîna qeşayiyê re dest bi lêkolînan kir, li giravê rastî fosîlên nebatan ên aîdê 40 hezar sal berê hatin.

Heyeta zanistan a ku bi serokatiya hîndekarê Zanîngeha Coloradoyê Sîmon Pendleton dest bi lêkolînan kir, encama xebata xwe di kovara ‘Nature Communications’ de weşand. Di lêkolînê de tê gotin ku bi germbûna kurewî re li Girava Baffinê gelemperiya qeşayiyê heliyaye û bi vê helîna qeşayî re jî gelek cureyên fosîlên nebatan derketine.

48 cureyên nebatan

Di gotarê de tê destnîşankirin ku di encama xebatê de 48 cureyên nebatan hatine berhevkirin. Zanist dibêjin ku bi rêbaza bidîrokkirina radyokarbonê re derketiye holê ku ji 48 cureyên nebatan 30 jê yên serdema 40 hezar sal berê ne. Zanist dibêjin ku lê bi lêkolîneke pêşketîtir dibe ku cureyên nebatên din yên serdema 115 hezar sal berê bin.

Bi demê re di nav pêşpirkê de ne

Pendleton dibêje ku fosîlên hatine dîtin aydê nebatên bi rih û tîk in û têkildarî avhewaya 40 hezar sal berê jî agahiyan dide. Pendleton diyar kir ku divê lêkolîna li herêmê bi lez û bi rêk û pêk bê kirin. Pendleton wiha didomîne: “Dema ku ev nebate carekî derdikevin, ji hêla hewa û avê ve tên rakirin. Ji bo ku em bikarin xwe bigihînin daneyan, ger gotin di cih de bi demê re em di nava pêşbirkê de ne. Ji ber ku ger dema qeşa dihele û nebat derdikevin ger ku hûn nekarin xwe bigihîninê, dê wan heta bêdawiyê winda bikin. Li gorî cemserên din, Cemsera Bakur 2-3 qat bêhtir germ dibe û qeşa jî li gorî vê dihele.”

Dikarî Biecibînî