Piştî 110 salan cara yekem ‘pantera reş’ hat dîtin

Navenda Nûçeyan

Li Kenyayê piştî 110 salan cara yekem leopara reş ku wek ‘pantera reş’ jî tê binavkirin hat dîtin

Li Kenyayê piştî 110 salan cara yekem leopara reş hat dîtin. Leopara reş ku wek ‘pantera reş’ jî tê binavkirin herî dawîn di sala 1909’an de li Etîyopyayê hatibû dîtin.

Ev sewala ku bûye mijara efsaneyan jî berevajiya nexweşiya albinizmin ji ber nexweşiya melanizmê xwedî rengekî reş e. Ji ber sedema zêdetirîn a pîgmentên melanîn rengê vê sewalê vediguhere rengê reş.

Wêneyê leopara reş ji aliyê wênevanê xwezayê yê îngilîz Will Burrad Lucas ve li Kampa Jiyana Xwezayî ya Laikipiayê hat kêşandin.