Şaredariya Gel a Efrînê kar û xebatên xwe berdewam dike

Şaredariya Gel a Efrînê hewl dide ceyranê peyda bike, binezaziyên wekî kanalîzasyonê û rêyên zirar dîtine sererast bike û ava vexwarinê ji gundên kantona Şehbayê re peyda bike

Şêniyên Efrînê piştî dagirkirina warê wan ji aliyê  artêşa tirk ve a di 18’ê adara 2018’an de, neçar man ji warên xwe derkevin û berê xwe dan kantona Şehbayê. Şêniyên Şehbayê û yên Efrînê ku hatine Şehbayê, ji ber wêranbûna binesaziya gundên herêmê ku çeteyên DAIŞ’ê û çeteyên tirk di dawiya 2015’an de dagir kirine, zehmetiyan dikişînin.

Şaredariyên gel ên ku li kantona Şehbayê dixebitîn û Şaredariya Gel a Efrînê ku xwe ji nû ve birêxistin kir, ji bo pêşkêşkirina xebatên xizmetguzariyê ji şêniyên gundan, bajarokan û yên di nav kampan de dimînin, dixebitin. Her wiha hewl didin pêdiviyên jiyanê av, ceyran û nan peyda bikin.

Gundê Bênê yê navçeya Şêrawa yê girêdayî Efrînê ji ber pirsgirêka ava vexwarinê astengî dikişand. Ji ber ku piştî baranên vê dawiyê xetên kanalîzasyonê derbasî bîran bûne. Ji bo çareserkirina pirsgirêka gund, Şaredariya Gel bîrek taybet ji bo ava vexwarinê ji şêniyan re rojane peyda bike, diyar kir. Ji aliyê xwe ve komîteyek taybet ji ava bîrên Şêrawa û Şehbayê şand Helebê da ku lêkolîn li ser were kirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku şaredariyê 70 jenerator di 10 mehan de peyda kirine û di nav gundan û kampan de danîne. Şaredarî xebatên sererastkirina ceyranê li hin gundên Kantona Şehbayê dimeşîne, ji ber ku ceyran bi awayekî rast nagihîje wan.

Girêdayî xebatên sererastkirina binesaziya kanalîzasyonê Şaredariya Gel xebatên xwe di vî warî de berdewam dike. Ew binesazî di encama şerên ku li herêmê rû dane de zirar dîtiye. Ji ber tunebûna alavên pêwîst şaredarî qenalên kanalîzasyonê yek bi yek vedike û paqij dike.

Sererastkirina rêyên di navbera Til Qirah û Ehrezê de

Ajokar û şênî ji ber dijwarbûna gihandina gundên girêdayî Şehba, Kefer Naya û gundên derdorê ji ber ku rêya di navbera Til Qirah û Ehrezê de bi dirêjahiya 3 km bi awayekî mezin xirab bûne, bi gilî û gazinc bûn. Li ser bangewaziyên şêniyan Şaredariya Gel rê bi bermahiyan sererast kirin. Her wiha rêya sereke li gundê Kefer Naya bi dirêjahiya 500 metreyan sererast kir û kort  tijî kirin da ku derbasbûna wesayîtan hêsan bibe.

Têkildarî mijarê hevaserokê Desteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan a Herêma Efrînê Feêq Ehmed diyar kir ku Şaredariya Gel gavên baş avêtine û xebata wan a ji bo xizmeta şêniyan dê dewam bike. ŞEHBA