aram

Ji bo mêşan mîna mêşan dixebitin

22 jinên li Wanê “Kooperatîfa Hilberîn û Bazarkariyê Tûşbal” avakirin, ev 5 sal in hingiva organîk a bijare ya herêmê hildiberînin. Projeya jinan bi temamî li ser ked û komîntiyê hatiye avakirin û hilberina hingiv bi mark “Tuşbal” difiroşin. Jinan diyar kirin ku ji bo mêşan mîna mêşan dixebitin

Kooperatîfa Hilberîn û Bazarkariyê Tûşbal a girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku ji aliyê 22 jinan ve tê bi rêve birin, hem hilberîna hingiv a herî baş a herêmê û hem jî hingiva mêşan bi dest dixin.

Projeya kooperatîfê bi temamî li ser ked û komînbûyînê hatiye avakiri. Li herêmê yekem care ku jin vî karî dikin û jinan îsal bi 190 kewan hingiv bi dest xistin. Jin hingiva ku bi dest dixin navê “Tuşbal” a ku bûye weke marke di bazaran de difiroşin.

Seroka Kooperatîfê Fatma Bellî (28) ji nûçegihana MA’yê Ayşe Surme re axivî û diyar kir ku ev 5 salin bi mêşvanniyê re eleqedar dibe û wiha axivî: “Min derbarê mêşvaniyê de li Zanîngeha Duzce perwerde dît û wisan min dest bi vî karî kir. Weke jinekê pir keyfxweşim ku vî karî dikim. Hingiva ku em hilberîna wê dikin bi temamî xwezayî ye û xwerû ye. Hilberîn em bi dest dixin di cihên laboratuwarê de test dikin û wisan dest bi firûtina wê dikin. A rastî em armanc dikin ku hingiva organîk hilberînin. Hilberînên sexte û têkilhev mirovan nexwş dikin. Êdî wisan bûye ku mirov baweriya xwe  bi mêşvanên nayinin.”

Bellî da zanîn ku ev kar pir zore û wiha got: “Ji bo vî karî zanebûn pêwîste. Ji bo ku em hingivek baş ji mêşan bigirin, em jî mîna  mêşan dixebitin. Di nava koloniyekê de 50 an jî 80 hezar mêş dijîn. Dest pê kê fikarê min hebû ku dest bi vî karî bikim. Ez tirsiyam. Lê ev 5 salin vî karî dikim û girêdanbûneke min a mezin jê re çêbûye.”

Bellî bal kişandin ser keda ku 5 sal in didin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Lê em beramberî keda xwe nagirin. Em bi 90 kewaran dest bi vî karî kir û niha nêzî 400 kewarên me hene. Sala çûyî ji ber nexweşiyekê piraniya mêşan mirin. Par cihê me yê firotinê vekirî bû. Ev cih me nêzî 8 mehan vekirî ma, lê me tenê karî em nîv kîlo hingîv bifiroşin.” WAN