Li Etîyopyayê di rojekê de 353 milyon dar hatin çandin

Li Etîyopyayê ku ev demeke dirêj e bi hişk û ziwabûn û birçîbûnê di rojevê de ye, bi kampanyaya çandinan daran, di rojekê de 350 milyon dar hatin çandin

Kampanyaya çandina daran a ku bi înîsiyatîfa hikûmeta Etîyopyayê ya bi serokwezîrtiya Abîy Ahmed dest pê kirî û hedef ew e ku heta meha cotmehê li tevahiya welêt 4 milyar dar werin çandin, didome. Li gorî daxuyaniya fermî li tevahiya welêt 353 milyon dar hatin çandin.

Di serî de karmandên dewletê, tê gotin ku gel jî pir zêde xwe tev li kampanyayê kiriye.

Bi çarçoveya kampanyaya çandina daran a li Etîyopyayê rekorek jî hate şikandin, li cîhanê di rojekê de darên herî zêde bi 353 milyonan li Etîyopyayê hatin çandin.

2016’an li Hindistanê 50 milyon şitl hatibûn çandin herî dawî meha tîrmeha bihorî li Hindistanê 66 milyon dar hatibûn çandin. ADDÎS ABEBA