aram

Karê zêde, heqdestê kêm: Karkeriya demsalî

Karkerên çandiniyê yên demsalî ku dûrî cih û warê xwe dixebitin, neçar tên hiştin ku saetên zêde bi buhayekî kêm bixebitin. Yek ji van karkeran jî mezûnê zanîngehê Mevla Yildiz e

Bi taybet di demsala havînê de karkerên demsalî ji Kurdistanê ji bo debara xwe berê xwe didin metrepolên Tirkiyeyê. Yek ji cihên ku herî zêde karkerên demsalî lê kar dikin Manîsa ye. Manîsa ji bo karkerên demsalî yên çandiniyê bûye qadeke ya debarê. Karkerên ku bi heqdesteke erzan û saetan kar dike piştî kar jî li cihên lê bimînin ne li gorî mercên jiyînê ne. Yek ji van karkeran jî yê ji Amedê ji bo debara xwe bike berê xwe daye Manîsa Mevla Yildiz e.

Mevla Yildiz ê ji Amedê û 24 salî li zanîngehê beşa radyo û televîzyon qedandiye ji bo debara xwe kar dike. Yildiz diyar kir ku wî jî dexwest di beşa ku lê mezun bûye de kar bike lê ji ber polîtîkayên li welat bûyek yek ji milyonan kesên bêkar.

Li ser warê xwe koçber bûn

Di axaftina xwe de Yildiz destnîşan kir ku ji bo zikê xwe têr bikin bi saetan li nava baxçeyan kar dikin û bal kişand ser mercên kar ên li nava baxçeyan û wiha domand: “Em jî kesên neçar mane ku berê xwe bidin vir. Em li vir ji bo zikê xwe kar dikin. Rewşa niha em têde ne wek koleyên îlkel ê deme modern e. Ev rewş dişibe mercên bûyerên koleyan ên di dîrokê de. Ji ber li welat krîzeke aborî heye berdêla vê jî gel dide. Me li Amedê çandinî û lawirvanî dikir. Ji ber rewşa global a cîhanî werz hatine guhertin. Ji ber barana pêwîst nabare çandinî jî nema tê kirin û sala borî 30-40 hezar TL yê ku me ji bo çandiniyê dabû, zirer bûn. Berdêla krîzên aborî yên ji gel tê girtin, kir ku em li ser warê xwe koçber bibin.”

Yildiz têkildarî krîzên heyî û bêkariyiyê jî ev tişt anî ziman: “Karekî cudatir bikim tune bû ji derveyî karkeriya demsalî. Her çendî li welatê me jiyan bi zorê jî be lê dîsa debarekî me hebû ku pê bijîn. Fatureya krîzên aborî em kesên hejar û feqîr didin. Dema ku rewşek wiha hebe em neçar in ku her sal berê xwe bidin cihên mîna vir.”

Ne saetên kar û ne jî vegera wan diyar in

Yildiz li ser mercên kar û jiyana li kar û cihê lê dimînin jî wiha got: “Dema em ji mal rêketin li ser hesabê ku em ê bîberan biçinin, lê piştre derket holê ku bîber ji ber nexweşiyekê hemû têkçûne. Min jî bihîst ji bo berhevkirina tirî li karkeran digerin, dema hatin Manîsayê jî derket holê ku wê piştî meheke din tirî bên berhevkirin, ji bo valatiyê jî nemînim niha li nava bostan çinîna bacanan dikin. Gotin hûnê bi qasî 50-60 rojan kar bikin. Bi qasî 10 rojan betal li kar geriyan, dawiyê me kar dît û destpê kir. Bacan jî cuda cuda tên çinîn. Dema hesabê tonê têkirin, her kes bi hev re kar dike û kesê dixebite û naxebite weke hev heq digire. Yên pir kar dike divê hem heqdestê xwe û hem jî heqdestê kesê kar nake derbixe. Yek jî ji bo kaseyan kar heye. 40 kase 75 TL ye. Heta saetên şevê kar dikî enceq dikarî 50-60 kaseyan biçinî. Bacan biçûk in û di nava geya de mane. Dîsa divê tu bacanan bibijêrî. Dibêjin; ‘bila yên biçûk neyên çinîn’, ‘yên xirabûyî neyên çinîn’ û ‘giyayê nekeve nava bacanan’, dawiya rojê bi qasî 50-60 kase diçinî. 10 kase ji bo yê berpirs e. Ya dimîne jî encex têra heqê ode û rê dike, ji xwe li pişt xwe hiştin namîne. Saetên kar tunene. Sibehê saet 04:30-05:00’an bi traktoran ji mal derdikevin. Saeta vegerê jî diyar nîne. Ji ber ku ne li gorî heqdesta rojane ye. Car zû û car heta derengê şevê dimînin. Ev 20 roj zêdetir e li vir in. Heqdesta me ya bi deh rojan bi kotek kiriye hezar TL ye. Ev yek nîşaneya heqdestiya me diyar dike.”

Cihê lê dimînin pir xirab in

Di berdawamiyê de Yildiz bal kişand ser mercên jiyanê yên cihên lê dimînin û wiha pêde çû: “Em li nava malên pir xirab dimînin. Dema em ji Amedê hatin gotibûn ku hûnê li malan bimînin. Gotin eletirîk û ava wê hemû tiştên wê raxistibin, lê em hatin me dît hema nav mal e. Li malê, me lawirên xwe nedixistin nava ew malên ku niha em lê dimînin. Em 20-30 xebatkarên jin û mêr hene. Em li maleke 4-5 odeyên wê hene dimînin. Li vir tenê tuwaletek û serşoyek heye. Ji bo pêkanîna pêwîstiyên xwe yên takekesî pir zorî tên kişandin.”

Her wiha Yildiz diyar kir ku gelek tişt hene bîne ziman lê ne di wê hêviyê de ye gelek kes hebin bixwazin guh bidin wan gotinan û bal kişand ser gotina serokê meclisê ya ‘wekîl hene nikarin bi 22 hezar TL’yî debara xwe bikin’ û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bang li wan wekîlên ku nikarin bi 22 hezar TL’yî debara xwe dike, dikim; wer in em cih biguherin.” MANÎSA