Koçberên li Kampa Waşokanî di rewşeke zehmet de ne

Zêdetirî 4 hezar welatiyên Serêkaniyê, Girê Spî û Til Temirê yên ji ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk û çeteyên wê koçber bûn, li Kampa Waşokanî dimînin. Ji ber şert û mercên zivistanê, rewşa wan gelek xerab e. Rêxistinên alîkariya mirovî yên cîhanê jî pişta xwe daye koçberan

Bi destpêkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê, bi sedhezaran şêniyên Serêkaniyê û Girê Spî koçberî herêmên din ên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Ji bo bicihkirina koçberan jî Rêveberiya Xweser li Hesekê Kampa Waşokanî ava kir. Niha li kampê zêdetirî 4 hezar koçber dimînin. Rewşa koçberan zehmet e û Rêveberiya Xweser û Heyva Sor a Kurd li gorî derfetên xwe hewl dide ji koçberan re bibin alîkar. Rêxistinên alîkariya mirovî yên navneteweyî jî xwe li bêdengiyê daniye.

Ji ber sermaya demsala zivistanê, rewşa koçberan hêj xerabtir bûye. Di çend rojên dawî de baraneke zêde bariya û ji ber ku amadekariyên pêwîst nehatibûn kirin, hejmarekê konan li ber baranê çûn. Têkildarî mijarê ji koçberên Serêkaniyê ji ANHA’yê bi Henar Îbrahîm re axivîn.

‘Rewşa me zehmet e’

Ji welatiyan koçberan Şêxmûs Elî Taha anî ziman ku ji ber topbarana artêşa tirk, ji Serêkaniyê derketin û niha li kampê dimînin. Taha diyar kir ku rewşa wan li kampê zehmete û wiha dom kir: “Hewcehiyên zivistanê nînin. Malbata me ji 15 kesan pêk tê û em nikarin debara xwe bikin. Ji bo debara malbatê ez zebze û fêkiyan difiroşim. Artêşa tirk mala min talan kir. Ez dixwazim li mala xwe vegerim. Lê divê çeteyên dagirker ji warê me derkevin.”

Rêxistinên mirovî alîkariyê nadin

Welatiyê bi navê Hisên Mihemed jî bi lêv kir ku rêxistinên mirovî alîkariya wan nakin û wiha pê de çû: “Demsala zivistanê ye û baraneke zêde dibare. Zarokên me li ber sermayê nexweş dikevin. Heke çete li gundê me hebin, ez ê nekarim vegerim. Ez bang li hemû dewletên cîhanê dikim ku van çeteyên dagirker ji warê me derxînin.”

Zarok dixwaze dibistan bê vekirin

Zarokê bi navê Abdulqadir Hisên ku mîna bi dehhezaran xwendekaran ji mafê xwe yê perwerdeyê bûye jî dixwaze ku li kampê dibistanek bê avakirin. Hisên dibêje; ‘Çeteyên dewleta tirk herêma me hilweşandin. Ez dixwazim dibistanek û qadekê lîstikê li kampê bê vekirin.” HESEKÊ

Dikarî Biecibînî