Li Hesekê ‘Mala Cîhana Zarokan’ hate vekirin

Desteya Jinan a Herêma Cizîrê ji bo fêrkirina zarokan û arastekirina wan a nava jiyana civakî, li Hesekê bexçe û dayîngeha zarokan a bi navê ‘Mala Cîhana zarokan’ vekir

Desteya Jinan a Herêma Cizîrê îro li navçeya Rojava ya Hesekê, bi tevlêbûna bi dehan şêniyên Hesekê û endamên komîteya perwerdeyê, baxçe û dayîngeha zarokan a bi navê Mala Cîhana Zarokan vekir. Di baxçeyê de du beş hene. Beşa dayîngeh û beşa baxçeya zarokan.

Têkildarî mijarê ji çavdêrên Baxçeyê Narîn Mihemed axivî û got; ‘Di beşa baxçeyê de em ê zarokên ku temenê wan ji 3 heta 5 saliyê pêşwazî bikin. Di beşa dayîngehê de jî em ê ji pitikên 2 mehî heta zarokên 2 salî pêşwazî bikin. Armanca me ya vekirina Mala Cîhana Zarokan ew e ku zarokan perwerde bikin û tev li jiyana civakî bikin.’

Baxçeyê Mala Cîhana Zarokan pêşwaziya tevahî zarokên ji pêkhateyên kurd, ereb, û suryanan dike. Her wiha li navendê 5 mamosteyê çavdêr hene.

Baxçe bi merasîmekê hate vekirin. Dayika Şehîd Vîn Hesekê (Şêxe Mecîs Hesen) ku di pêngava rizgarkirina Çiyayê Kezwanan de şehîd bûbû, deriyê baxçeyê vekir.

Piştre zarok û beşdarên merasîmê li nava baxçeyê geriyan. HESEKÊ