Ji bo xwendekarên Tirbespiyê şahiya sersalê hate lidarxistin

Bi nêzbûna sersalê re, ji bo xwendekarên Tirbespiyê şahiyeke pîrozbahiyê hate lidarxistin. Di pîrozbahiyê de Kalo Gaxan diyarî li xwendekaran belav kirin

Bi boneya nêzbûna sersalê û ji bo keyfxweşkirina xwendekarên dibistanan, Dibistana Hesan Bin Sabit a Tirbespiyê ya Herêma Cizîrê vê sibehê şahiyek li dar xist. Di şahiyê de bi boneya sersala mîladî Kalo Gaxan diyarî li xwendekaran belav kirin.

Kalo Gaxan ku kesayetekî efsaneweyî, diyariyan li zarokan belav dike. Her wiha sembola şahî û kêfxweşiya dawiya sala mîladî û destpêka sala nû ye. Bi cilên xwe yên sor û riyê xwe yê spî û dirêj navdar e. QAMIŞLO