aram

Mezintirîn teqîna li gerdûnê

Hate ragihandin ku dîmenê mezintirîn teqîna heta niha ku konçala reş a 390 milyon salên tîrêjê dûrî cîhanê bûyî sedem, ji hêla astronoman ve hatiye dîtin

Navenda Nûçeyan |

Di gotarê ya ku di kovara The Astrophysîcalê de hat weşandin, hate gotin ku teqîna ku konçaleke reş bûyî sedem pir mezin e û hate diyarkirin ku sînyalên ji teqîna 390 salên tîrêjê dûrî cîhanê hatine ji hêla astronoman ve hatiye dîtin.

Yek ji pisporê Naval Research Laboratoryê Sîmona Gîacîntuccî ku derbarê çavdêriyên xwe agahî dayî, got ku teqîna ku wan çavdêrî lê kirî, dişibe wê teqîna ku 1980’î li çiyayê Saînt Helens ê DYE’yê pêk hatî û di teqîna navborî de jora çiyê hatibû xwarê.

Di daxuyaniya NASA’yê de hate diyarkirin ku kratera piştî teqînê çêbûyî, ew çend mezin e ku bi serê xwe dikare 15 galaksiyên mîna Kadizê vehewîne û hate gotin ku teqîn li rêza galaksiyan a bi navê Ophîûchûsê pêk hatiye û galaksî li gerdûnî çêbûnên herî mezin in. Galaksiyên navborî bi hezaran têne pîvanan, texmîn ew e ku ji gelek madeyên tarî û gaza germ çêbûbin.

Her wiha di lêkolînê de hate gotin li navenda Ophîûchûsê galaksiyeke wiha heye ku bi konçeleke reş a mezin e û ev galaksî bûye sedema teqînê.

Teqîneke din a weke vê ya li vê herêma gerdûnê 2016’an jî çêbûbû.

Dikarî Biecibînî