aram

Li temamiya cîhanê zêdetirî 200 hezar kes bi vîrûsa koronayê ketine

Li seranserî cîhanê hejmara kesên bi vîrûsa koronayê dikevin her ku diçe zêde dibe û bi vê ve girêdayî hejmara kesên dimirin jî zêde dibe. Li gorî daneyên fermî, heta niha li temamiya cîhanê zêdetirî 200 hezar kes bi vîrûsa koronayê ketine

Navenda Nûçeyan |

Li gorî daneyên Zanîngeha Johns Hopkîns a agahiyên xwe dispêre daneyên ji welatên cuda ku têkildarî vîrûsa koronayê (Covîd-19) parve dike digire, li gelemperiya cîhanê zêdetirî 200 hezar kes bi vîrûsa koronayê ketine. Hejmara kesên testa wan pozîtîf jî derketî gihişte 201 hezar û 672’an. Nêzî 8 hezar kes jî mirine.

Çîn bi hejmara 81 hezar û 102 kesan li cîhanê welatê herî pêşe ku bi vîrûsê ketî. Di rêza duyemîn de jî Îtalya ku 31 hezar û 506 kes bi vîrûsê ketine.

TIRKIYE

Li Tirkiyeyê jî li gorî daxuyaniyên dewleta tirk 98 kes bi vîrûsê ketine. Li welat kesekî 89 salî jiyana xwe ji dest daye. Tê payîn ku hejmara kesên bi vîrûsê ketine ji ya tê ragihandin hê zêdetir be. TTB diyar dike ku ev hejmar dibe zêdetir be. Serokomarê tirk Recep Tayyîp Erdogan ê tedbîrên pêwîst ragihand nerazîbûn nîşanî gotina; ‘Em ê bi diayan ji vê rizgar bibin’ hatin dayîn. 3 hezar û 614 kesên ji derveyî welat hatine, di karantînayê de ne lê hate ragihandin ku li wargehên xwendekaran tu xebateke tenduristiyê nehatiye kirin.

Rûsya

Sefîrê rûs ê li Stenbolê bang li welatiyên xwe yên li Tirkiyeyê tûrîst kir ku di demekî herî kin de vegerin welatê xwe.  Li gorî ajansa rûs a Înterfaxê jî kesên welatiyên rûs ku bi xwazin vegerin welatên xwe divê bi Wezareta Karê Derve re bikevin nava têkiliyan.

ÎRAN

Alîkarê Wezareta Tenduristiyê yê Îranê Alîriza Reyîsî ragihand ku di nava 24 saetan de 147 kesên din ji ber vîrûsê mirine. Li gel vê hezar û 135 kes li Îranê mirin. Reyîsî bi rêya televîzyona dewletê daxuyaniyek da û got: “Di nava 24 saetên dawî de li ser hezar û 192 kesan tespîta vîrûsê hate dîtin. Hişyariyan li ber çavan bigirin û li malên xwe bimînin. Li Îranê bi giştî 17 hezar û 361 kes bi vîrûsê ketine.”

ÎTALYA

Li Îtalyayê li gorî rapora Saziya Tenduristiyê ya Bilind li welat navîna temenê mirinê ya ji ber vîrûsê 80,5. Navîna temenê ku tesbîta vîrûsê li ser hatin dîtin jî 63 ye. Ji sedî 30’ê kesên ji ber vîrûsê dimirin jin in. Ji yên dimirin ji sedî 48,5’ an zêdetir 3 nexweşiyên wê hene, ji sedî 25,6’an 2 nexweşiyên wê û ji sedî 25’an jî yek nexweşiyê wê hene. Li gorî daneyên fermî 2 hezar û 503 kes mirine. 31 hezar û 506 kes jî bi vîrûsê ketine.

ALMANYA

Li Almanyayê jî zêdetirî 10 hezar kes bi vîrûsê ketine. Li gorî hatiye tesbîtkirin û ragihandin 10 hezar û 87 kes bi vîrûsê ketine.

ÎSRAÎL

Li Îsraîlê 427 kes bi vîrûsê ketine. Wezareta Tenduristiyê ya Îsraîlê ragihand ku rewşa 5 nexweşxan di xetereyê de ye. Hate ragihandin ku hejmara kesên bi vîrûsê ketine her ku diçe zêdetir dibe.

AVUSTRALYA

Li Avustralyayê bi qasî hatiye zelalkirin, bi kêmanî 533 kes bi vîrûsê ketine. Li welat heta niha 6 kes ji ber vîrûsê mirine.

DYA

Bi mirina 6 kesan a li eyaleta Washîngton a DYA’yê re li welat 103 kes bi vîrûsê mirine. Bi mirina 54 kesan re li DYA’yê eyaleta herî zêde ji ber vîrûsê mirin lê çêbûye Washîngton e. New York jî yek ji herêmên ku herî zêde kes bi vîrûsê ketine ye. Hejmara wan hezar û 300 kes in. Li welat bi giştî 6 hezar û 400 kes bi vîrûsa koronayê ketine.

Dikarî Biecibînî