Werîseke di serdema Neandertelan de hatiye çêkirin hate dîtin

Li şikefteke bajarê Ardehcheyê werîseke di serdema Neandertalan de hatiye çêkirin hate dîtin. Li gorî lêkolînan, werîs xwedî dîrokekî 50 hezar salî ye

Navenda Nûçeyan |

Li şikeftekî li bajarê Ardeche ya Fransayê parçeyek werîs hate dîtin. Li gorî lêkolîneran mirovên Neandertal dizanî werîs çêbike. Heta roja îro mînaka werîsê herî kevin, li şikefta Abrîs du Maras a li Ardecheyê hatiye dîtin. Xwedî dîrokekî 50 hezar salî ye. Li gorî nûçeyeke ya kovara Natûre, ev werîs ji aliyê mirovên Neandertal ve hatiye çêkirin.

Di nûçeyê de baş dide nîşandan bê ka werîs çiqas girîng e. Di vê keşfê de Neandertalan lîf dîtine û dizanin werîsan jî çêbikin. Bi vê yekê ne tenê werîs, heman demê cil, çente, tor jî çêkirine. Ji Konyon Collega Ohîoyê Brûce Hardy ê daxuyaniyek ji kovara News Scîentîst a ingilîz re dayî, gotiye: “Heta ku ev gava yekem nehatiba pêkanîn, nedikarîn yek ji van jî bên çêkirin.”

Tîma Hardy di kolandinên li şikeftên demeke dirêj Neandertal lê jiyabûn de, li cihekî kûr bi qasî 3 metreyan parçeyeke kevirê tuj necirandî ku tê texmînkirin weke amûrekê bikar dianî ya berî 50 heta 41 sal berê niha, dîtine.

Di encama lêkolîna bi rêya mîkroskopê ya li ser vî kevirî, derket holê ku bi werîseke dirêjiya wê 6 milîmetre, 0,5 milîmetre stûr ve zeliqiye. Hate diyarkirin ku kordoneke ku ji sê lîfên ku hatî raçandin pêk hatiye. Brûce Hardyd got: “Dema ku îro jî em parçeyek werîs kom dikin, tişta hûn bibînin bi teqez ev e.”

Nayê zanîn ev amûr ji bo çi dihate bikaranîn, lê tê texmînkirin ku parçeyek têl e. Berî vê keşfê werîsê herî kevin berî 19 hezar salî hatibû dîtin. Ev keşfa li Îsraîlê hate kirin, bi mirovê mordern re hatibû şibandin. Keşfa li Ardecheyê jî vê pirsê dixe bîra mirov; gelo mirovên modern hinek kêrhatiyên xwe ji Neandertalan fêr bûye?